SerûpelGotinên pêşiyan

Gotinên Pêşiyan ên Kurdî

Şehrezayî û henek di gotinên pêşiyan ên kurdî de — bi werger û wateyên wan.

Kero nemre bihar hat
Kes nakeve gora kesî
Kevir çiqasî jî di avê de bimîne, dîsa nerm nabe
Kî tî be nan û av, kî têrbe dil da yâr dixwaze
Kihêl di bin mêrxasan de dibezin
Kirinek ji hezar gotinan çêtir e
Ku agir bi çiyê ket ter û hişk tev dişewitin
Ku kela şorbê çû, buhayê heskê pere nake
Ku te girt bernede, ku te berda bi dû nekeve
Kûçik bi kurman namirin